20:44 23 Nîsan 2018
    Seyf El-Islam El-Qedafî

    Qedafî namzediya xwe ya Serokatiya Libyayê ragihand

    © AP Photo / Ben Curtis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kurê Serokê Libyayê yê berê Muammer Qedafî Seyfulîslam Qedafî di hilbijartinên Serokatiya Libyayê de namzediya xwe ragihand.

    Tony Blair û Miammer Qedafî
    © AP Photo / Leon Neal/Pool
    Li gor malpera nûçe ya Afrigate Newsê, cîgirê Qedafî Ayman Ebû Ras ragihand ku Seyfulîslam Qedafî li Libyayê azad e û wê di hilbijartina Serokatiya Libyayê de bibe namzed.

    Ayman Ebû Ras di axaftina xwe de got: "Qedafî dixwaze bi nêrîneke netewperwerî li şûna ku welatê xwe birêve bibe talîbê rizgarkirina Libyayê ye û dixwaze vîzyoneke civakî û siyaseteke hevbeş ava bike."

    Seyfulîslam di sala 2011an de ji ber sûcê şerî mehkûmê cezayê îdamê bibû û piştî 6 sal cezayê girtîgehê di meha hezîrana borî de serbest hatibû berdan. Li gor daxuyaniya ayman Ebû Ras Qedafî wê ji Partiya eniya Gel a Libyayê bibe namzede serokatiyê.

    Bi heman mijarî:

    Mexdûrên êrîşên IRAyê pereyên Qedafî dixwazin
    Bajarê Qedafî hat rizgarkirin
    Kurê Qedafî hat berdan
    Pêşbîniya Qedafî rast derket
    Donald Trump: Dema Sedam û Qedafî hebûn Rojhilata Navîn xweştir bû
    Etîketan:
    Qedafî bû namzedên serokatiyê, Ayman Ebû Ras, Seyfulîslam Qedafî, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de