00:53 26 Nîsan 2018
    Erebîstana Siûdî

    Li Deryaya Sor li dijî Îran û Tirkiyeyê civîneke veşartî hat lidarxistin

    © REUTERS / Bandar Algaloud
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Karsazê libnanî George Nader ku li Amerîkayê li ser navê Îmarata Erebî fealiyetên lobiyê dimeşîne ragihand ku di sala 2015an de li Deryaya Sor bi serokên ereb re civîneke veşartî li dar xist.

    Li gor nûçeya malpera Middle East Eye ku dispêre hinek çavkaniyan ragihand ku karsazê libnanî George Nader di dawiya sala 2015an de li Deryaya Sor bi hinek serokên ereb re civîneke veşartî li dar xistin.

    George Nader di civînê de pêşniyara konseyeke nû ku cihê Konseya Hevkariya Kendavê û Yekîtiya Erebî bigre kiriye û gotiye: "Ev konseya nû li herêmê li hemberî hebûna Îran û Tirkiyeyê wê bibe hêzeke nû û ji aliyê rêvebiriya Amerîkayê jî dê were qebûlkirin."

    Di civîna ku prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman, prensê welîahd ê Abu Dabî Muhammed bin Zayid Al Nahyan, Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sisi, prensê welîahd Selman bin Hamed Al Halife û kralê Urdinê Ebdullah tevlî bibûn de Nader dibêje: "Eger hûn peşniyarê qebûl bikin ez ê guvaşê li rêvebiriya Washîngtonê bikim."

    Bi heman mijarî:

    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
    Îran û Tirkiye li ser hevkariya leşkerî li hev civiyan
    Wezîrên Îran, Tirkiye, Azerbeycan û Gurcistanê li Bakuyê dicivin
    Wlîehdê Erebistana Siûdî Îran, Tirkiye û Qeterê wek "sêgoşeya şerê" bi nav dike
    ‘Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin’
    Berdevkê Pûtînî: Plan tine ne ku Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin
    Etîketan:
    Li Deryaya Sor li dijî Îran û Tirkiyeyê civînek hat lidarxistin, Muhammed bin Zayid Al Nahyan, George Nader, Muhammed bin Selman, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de