18:32 19 Nîsan 2018
    Şewat

    Di şewata malê de dayîk û 5 zarok jî di nav de bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS / Rodrigo Garrido
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê li malekê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Di şewatê de dayîk, 5 zarok û kesekî mêvan jî di nav de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Filipinler'de yangın
    © AP Photo / Manman Dejeto
    Li gor çapemeniya netewî ya Somaliyê, li herêma Yaqshid a Mogadîşuyê ji ber sedemeke nediyar di xaniyekî de şewat derket. Di bûyera şewatê de dayîk, 5 zarok û mêvanek jî di nav de bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor şahidên bûyerê, li malê derengê şevê şewat derket û dayîka ku xwest zarokên xwe ji agir rizgar bike jiyana xwe ji dest da û bavê ku mudaxeleya şewatê dikir ehmed Elî bi giranî birîndar bû.

    Cîranan mudaxeleya şewatê kir, lê di mudaxeleyê de kêm man û wesayîta agirkuj bi zahmetî agir tefandiye. Rêvebiriyên ewlehî ji ber derketina şewatê lêpirsîn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Navenda Dermankirina Hişbir a Hatayiyê şewat: 30 mirî
    Li Filipînê şewat: 37 kes mirin
    Li salona sporê şewat: 23 mirî û 24 jî birîndar bûn
    Li dibistanê şewat: 22 jê zarok 24 kes mirin
    Li Pasûra Amedê operasyon û şewat: Ji 4 gundîyan agahî nîne
    Li oteleke Antalyayê şewat derket: 4 ji wan rûs 14 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Li Somaliyê li malekê şewat derket, Mogadîşu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de