20:29 23 Nîsan 2018
    Balafir

    Balafir bi ser avahiyekê de ket: 7 mirî

    © REUTERS / Vladimir Pirogov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Filipînê balafireke biçûk bi ser avahiyekê de ket û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor nûçeya malpera Duvarê, li bakurê Manîlaya paytextê Filipînê balafirek ket. Balafira bi modela Piper 23 Apache ya du motor piştî rabûnê bi demeke bi ser avahiya jineke 80 salî de ket.

    Herdu pîlot jî di nav de 6 kesên di balafirê de û xanima 80 salî jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên berdest piştî ketina balafirê avahî şewitiye.

    Hêzên ewlehî derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û firînên şirketa Lite Air Express a rêya hewayî hatin rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Filipînê şewat: 37 kes mirin
    Serokê Dewleta Filipînê: Ji ber ku du jinên min hene divê meaşê min zêdetir be
    Di bagera Filipînê de hejmara miriyan gihîşte 126 kesî
    Serokomarê Filipînê: Kurê min be jî bikujin
    Duterte li başûrê Filipînê rewşa awarte îlan kir
    Li Filipînê bi dijwariya 6.5 erdhej: 15 mirî û 90 birîndar
    Etîketan:
    Li Filipînê balafir ket, Manîla, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de