13:46 25 Nîsan 2018
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    Li Deryaya Egeyê keleka koçberan binav bû: Bi dehan mirî

    © REUTERS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Deryaya Egeyê keleka koçberan binav bû, li gor amareyên destpêkê jin û zarok jî di nav de 14 penaberan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor zanyariyên berdest, li Deryaya Egeyê li qeraxê Girava Agathonisiyê keleka darîn ku derdora 20 koçberan têde bû ji ber sedemeke ne diyar binav bû. Li gor amareyên destpêkê yek jin, 4 zarok jî di nav de 14 penaberan jiyana xwe ji dest da.

    CNN Turkê di nûçeya xwe ku dispêre nûnerê Atînayê de got: "3 koçberên ku ji keleka binavbûyî rizgarbûn xwe gihandin giravê û meqamên yunanî agahdar kirin. Ji xeyrî keştiyên ewlehî yên qeraxan a Yunanistanê keştiyeke şer û helîkoptereke leşkerî jî li herêmê dest bi lêgerînê kir.

    Di encama lêgerînê de hetanî seetên nîvrojê 14 cesed ji deryayê hatin deranîn. Metirsî heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

    Bi heman mijarî:

    ’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’
    48 koçber di Dogu Ekspresê de hatin desteserkirin
    16 koçber mirî hatin dîtin
    DYA ji peymana koçber û penaberan vekişiya
    Ji ber nebûna cih 500 koçber şandin girtîgehê
    Guterres: Nabe koçber werin firotin
    Li Kerkûkê zêdetirî 5 hezar xwendekar koçber bûne
    Etîketan:
    Li Deryaya Egeyê bi dehan koçber xeniqîn, Deryaya Egeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de