17:40 20 Nîsan 2018
    Çin Devlet Başkanı Şi Cinping

    Serokê dewleta Çînê Şi, bo heyama duyem carek din hat bijartin

    © REUTERS / Jason Lee
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi dengdayina li Kongreya Gel a Netewî ya Çînê serokê dewletê Şi Cinping carek din wek serokê dewleta Çînê hat bijarttin. Bi beşdarvaniya 2970 endamên kongreyê ve Şi tevahiya dengan stend.

    Rosneft petrol
    © AP Photo / Mikhail Metzel, File
    Li Hêwana Mezin ya Gel ya li paytext Pekîna Çinê civîna heyama 13em a Kongreya Gel a Netewî hat li darxistin. Di civînê de ji bo serokê dewletê û cîgirê wî hilbijêrin dengdayin hat kirin. Bi beşdarvaniya 2970 endamên kongreyê ve Şi tevahiya dengan stend û carek din bû serokê dewleta Çînê. Vang Çişan ku berpirsê têkoşîna qampanyaya gendeliyê bû bi 2969 dengan ve bû cîgirê serokê dewleta Çînê.

    ​​Piştî dengdayinê Şi û Vang derketin ser dike û sûnd xwarin. Her wiha Şi ji bo birêvebirina heyama 2018-2023an hat bijartin.

    ​​Bi guherandina Destûra Bilind ve Şi Cinping piştî qedandina heyama wî ya 2023an jî wê pêywira wî ya serokatiya dewletê berdewam bike.

    Şi pêywira serokatiya dewletê di Adara 2013an de ji Hu Cintao wergirtibû. Bi reformên ku hatin kirin ve tê payin birêvebirinek bi hêz û bandordar wê avabibe, 15 wezaret û cîgirên di asta wezîran de wê bên fesihkirin. Li welêt ji sala 1982an ve kabîneya dewletê ji 43 wezaret û komîsyonan ve pêk tê, bi reformê ve wê cara 8em bê revîzyonkirin.

    Bi heman mijarî:

    Çîn bû hîsedarê şîrketa Rosneftê ya rûsî
    Çîn: Şirîkatiya me bi Rûsyayê re wek çiya ye
    Çîn: Ger di navbera me û Amerîkayê de şer biqewime, em ê bersiva pêwîst bidin
    Çîn cûreya moşekên xwe yên DF-10 yekem car parvekir
    Etîketan:
    Hilbijartin, serok, Şi Cinping, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de