07:57 20 Nîsan 2018
    Afganistan

    Li noqteya 9emîn a polîsan êrişa bombeyî: Kuştî û birîndar hene

    © AP Photo / Massoud Hossaini
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Kabîla paytexta Afganistanê xwekujekî bi wesayîta bombebarkirî êrişî noqteya polîsan kir. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li malpera TOLO Newsê di êrişa xwekujî ya li Kabîla paytextê Afganistanê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl jî birîndar bûn.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Necîb Daniş di axaftin axwe ya AFPê de got: "Seet li derdora 09:00an xwekujekî bi wesayîta bombebarkirî li herêma 9emîn a polîsan êrişeke xwekujî pêk kir."

    Necîb Daniş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hedefa êrişa bombeyî hê zelal nebûye, lê teqîn li derveyê şirketeke ewlehî ya taybet qewimî."

    Ji bo êrişa xwekujî hê ti rêxistinan berpirsyarî negirtiye ser xwe. Li Afganistanê ji xeyrî Talîbanê DAIŞ û rêxistinên bi DAIŞê ve girêdayî jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
    Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    li Kabîlê êrişa xwekujî, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de