07:23 24 Nîsan 2018
    Çêrgeh

    Eşîr jî tevlî şerê şivan û cotyaran bû: 25 kuştî û bi 10an birîndar

    © Sputnik / Виктор Чернов
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Kogî ya Nîjeryayê di navbera cotyar û şivanan de dîsa şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de herî kêm 25 kes hatin kuştin û bi 10an kes birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, li bajarên Dekîna û Omala yê girêdayî eyaleta Kogiya Nîjeryayê di navbera cotyar û şivanan de dîsa şer û pevçûn derket û eşîrên derdorê jî tevlî pevçûnan bûn. Di pevçûnan de herî kêm 25 kes hatin kuştin, bi 10an şivan û cotyar birîndar bûn û gelek dewar telef bûn.

    Di pevçûnan de gelek avahî jî hatin şewitandin û xelkê nştecih ji tirsa ji herêmê derdikeve. Li Nîjeryayê eşîra Fulaniyên koçber bi ajalvaniyê û ya Mambillayê jî bi çandiniyê ve meşqul in û gelek caran li ser ziyanên çandinî di navbera herdu eşîran de şer û pevçûn derdikevin.

    Herwiha du hefte berê li eyaleta Taraba ya Nîjeryayê disa di navbera şivan û cotkaran de şer û pevçûn derketibû û di encama pevçûnan de 20 kes hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Dêrikê ciwanekî cotyar hat kuştin
    Cotyar û şivan bi hev ketin: 38 kuştî
    Parlementera kurd li parlementoya Iraqê: Ebadî mafê cotyarên kurd nade wan
    Şivan û cotyarên Nîjeryayê bi hev ketin: 18 kuştî û 43 birîndar
    Etîketan:
    Cotyar û şivan bi hev ketin, Kogî, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de