17:35 22 Nîsan 2018
    Ala Çînê

    Ji Çînê bo Kurdistanê: Em amade ne

    © Sputnik / Vladimir Vyatkin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    110

    Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya li Balyozê Çînê yê li Bexdayê Chen Viching û heyeta ligel kir.

    Nêçîrvan Barzanî û Tan Banglin
    © Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê balyozê Çînê Chen Viching di hevdîtinê de ragihand ku ew têkoşîn û bedelên ku pêşmergeyên Kurdistanê li hemberî terorê dane, gelek hêja dibînin û piştgiriyê didin wê yekê ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Iraqê werin çareserkirin.

    Chen Viching bal kişandiye ser têkiliyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de û gotiye ‘Çîn amade ye ku di warê aborî û bazirganiyê de li Herêma Kurdistanê kar û veberhênanê bike.'

    Barzanî jî di vê hevdîtinê de gotiye têkoşîn û bedelên ku pêşmergeyên Kurdistanê li dijî terorê dane û gavek girîng e ku qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê rabû û beşeke mûçeyên fermanberên Kurdistanê hatine dayîn û dixwazin ku hemû kêşeyên heyî di çarçova destûrê de çareser bikin.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Çînê serlêdana Herêma Kurdistanê kir
    Serokê Çînê: Em piştgiriyê didin hevdîtina Amerîka û Koreya Bakur
    Pentagon: Hêza pergala moşekan me têrî hilweşandina cebilxaneyên Çînê û Rûsyayê nakin
    Barzanî pêşwaziya konsolê Çînê yê li Kurdistanê kir
    Amîralê amerîkayî: Divê em ji bo şerê li dijî Çînê amade bin
    Etîketan:
    Balyozê Rûsyayê yê li Çînê, Chen Viching, Kurdistan, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de