20:36 23 Nîsan 2018
    Leşkerê Amerîkayê li Sûriyê

    Baksî: Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê dê xirabtir bibin

    © AP Photo / Arab 24 network
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 43

    Nivîskar û akademîsyenê kurd li Swêdê Kurdo Baksî têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, operasyona Efrînê û guherîna siyaseta Amerîka ya li Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Nivîskar û akademîsyenê kurd li Swêdê Kurdo Baksî têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, operasyona Efrînê û guherîna siyaseta Amerîka ya li Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Baksî di meseleya Minbicê de ti lihevhatinek di navbera Enqere û Washîngtonê de nehatiye sazkirin û Amerîka wê Minbicê teslîmî Tirkiyeyê neke.

    ‘TÊKILIYÊN ENQERE Û WASHÎNGTONÊ DÊ XIRABTIR BIBIN'

    Akademîsyenê kurd li Swêdê Kurdo Baksî ji bo têkiliyên Amerîka û Tirkiye yên Minbicê got: "Ji roja ku Tirkiye bûye endamê tifaqa NATOyê û heta niha ti carî hew çend têkiliyên Enqere û Washîngtonê têk neçûne. Ji bo ku projeyên herdu welatan ên Rojhilata Navîn ji hev cuda ne. Amerîka naxwaze bi welatekî endamê NATOyê re têkeve gengeşiyê û rastî pirsgirêkan were. Herwiha Tirkiye jî ji bo meseleya Rojava li gor nêrîn û polîtîkaya xwe bide qebûlkirin gelek zextan li Amerîkayê dike û ev di navbera herdu welatan de bûye sedema krîzeke kur. Niha têkilî pir xirab in û li gor texmînên min ev dê hê xirabtir bibin."

    ‘ROJÊN GIRAN LI PÊŞIYA TIRKIYEYÊ NE'

    Nivîskarê Kurdo Baksî di axaftina xwe de got: "Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ku ji wezîfeyê hat dûrxistin kesekî nerm bû û ji bo çareseriya pirsgirêkan ekstra guhdariya rêvebirên Tirkiyeyê dikir. Lê li Amerîkayê biryardayîna meseleyên siyasî ne wek a Tirkiyeyê ye û hemû dezgehên wek Senato, Pentagon an jî CIA bi serê xwe biryaran didin. Têkiliya yek ji wan bi Tirkiyeyê re baş be ev nayê wateya ku hemû Amerîka li gor Tirkiyeyê hereket dike. Li gor min meseleya Efrîn û Minbicê bi hev ve girêdayî û ji bo mijara agirbestê Amerîka niha rola dijwar daye Fransayê û dibêje ti derheqê Tirkiyeyê de tiştên xirab bêje, em ê jî polîtîkayeke nerm bimeşînin. Lê piştî Rex Tillerson kesekî dijwartir tê û îhtîmale rojên giran li pêşiya Tirkiyeyê bin."

    ‘AMERÎKA BI BERNAME TEVDIGERE Û PÊWISTIYA WÊ BI KURDAN HEYE'

    Kurdo Baksî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘li gor dîtina we Amerîka dê kontrola Minbicê bide Tirkiyeyê' got: "Ez bi ti awayî bawer nakim ku wê Amerîka kontrola Minbicê bide Tirkiyeyê. Heta niha Amerîka bi hezaran kesên ku ji kurd, tirkmen, ereb, asûrî û yên din pêk tê çekdar kirine. Mesele ne meseleya kurdan tenê ye. Hemû pêkhateyên herêmê bi kurdan re hereket dikin. Amerîka bi bername tevdigere û dê wan herêmên ku kaneyên petrol û xazê lê hene teslîmî Sûriye û welatekî din neke. Lewma niha pêwistiya Amerîkayê bi kurdan heye. Amerîka hê ti biryar li ser mijara Minbicê nedaye ev hemû propagandeya medyaya Tirkiyeyê ne. Jixwe civîna Wezîrê Derve yê Tirkiye û yê Amerîkayê ku 19ê Adarê li Washîngtonê dihat lidarxistin hat betalkirin. Em dikarin bêjin ku ji bo mijara Minbicê ti peyman û lihevkirin di navbera Enqere û Washîngtonê de pêk nehatiye."

    ‘EGER EFRÎN BERÎ XUTAYA ROJHILAT BIKEVE TIŞTEKÎ KU WERE KIRIN TINEYE'

    Baksî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ti lihevkirineke Minbicê tineye, lê meseleya Efrînê hê jî ne diyar e. Ya rastî qedera Efrîn û Xûtaya Rojhilat bihev ve girêdayî ye. Eger Tirkiye berî rejima Sûriyeyê ku Xutayê bistîne Efrînê kontrol bike xirab e, lê ku Sûriye berî Tirkiyeyê Xutaya Rojhilat kontrol bike ti roleke Enqereyê namîne û dê bi artêşa xwe ve ji Rojava derkeve. Îhtîmalek di demek nêzîk de Xuta bikeve. Eger Efrîn berî Xutayê bike tiştekî ku em bikin tineye, lê ku kurd li Efrînê li ber xwe bidin hemû peyman û lîstikên li ser herêmê dê hilweşin."

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Tirkiye û Amerîka ya Minbicê hat paşxistin
    Pentagon: Amerîka û Tirkiye rêyên kêmkirina rageşiyê li Efrînê gotûbêj dikin
    New York Times: Heye Tirkiye û Amerîka şerê hev bikin
    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
    Tirkiye û Kurdên Rojava: “Serkeftiyê vê pêşbirikê dê Amerîka be”
    Etîketan:
    Têkliyên Tirkiye û Amerîkayê, Operasyona Efrînê, Kurdo Baksî, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de