21:28 24 Nîsan 2018
    Girtîgeh - Heps

    Li girtîgehê îsyan derket: 6 kuştî û 20 birîndar

    © AFP 2018 / Philippe LOPEZ
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Bolîvyayê li girtîgeha Palmasolayê îsyan derket, di encama îsyanê de 6 mehkûm mirin û 20 jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, rêvebiriyê berê sibehê bi 2 hezar polîs bi ser girtîgeha Palmasola ya bajarê Santa Cruza Bolîvyayê de girt.

    Di serdegirtina polîsan de li girtîgehê çek, alkol, kokaîn, esrar û gelek materyalên qedexe hatin desteserkirin. Piştî serdegirtina polîsan mehkûm rabûn îsyanê.

    Li gor daxuyaniya rêvebiriya polîsê bajarê Santa Cruzê, di mudaxeleya îsyanê de 6 mehkûman jiyana xwe ji dest da û 20 jî birîndar bûn.

    Di sala 2013an de jî li girtîgeha Palmosolayê di navbera mehkûman de şer û pevçûn derketibû û di encamê de 34 kes hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Bolîvyayê protokola avakirina navneda lêkolîna nûkleer îmze kir
    Bolîvyayê bertek da plana Gatesî: Serdem ne ya berî 500 salî ye
    Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Etîketan:
    Girtîgeha Palmasoloyê, Bolîvya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de