05:51 23 Hezîran 2018
Polîsê Pakistanê

Li hemberî noqteya polîsan êrişa xwekujî: 9 kuştî û 20 birîndar

© REUTERS / Fayaz Aziz
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Lahora eyaleta Pencap a Pakistanê li hemberî noqteya polîsan êrişa xwekujî pêk hat. Di êrişê de 5 jê polîs 9 kes hatin kuştin.

Li bajarê Lahora eyaleta Pencap a Pakistanê li hemberî noqteya polîsan ku ewlehiya civîneke rêxistineke Îslamî digirtin êrişa xwekujî pêk hat. Di êrişê de 5 jê polîs 9 kes hatin kuştin.

Li gor malpera înternetê Dawn Newsê ku li Pakistanê weşanê dike û dispêre çavkaniyên eyaletê ragihand ku li taxa Raiwind a bajarê Lahorê li hemberî noqteya polîsên ku ewlehiya civîneke rêxistina Îslamî digirtin bi motorsikletekî êrişa xwekujî pêk hat.

​Wezîrê Tendirustî yê Pencapê Salman Refik di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku di êrişa xwekujî de 5 jê polîs 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Heta niha ti kes an jî rêxistinê berpirsyariya êrişa xwekujî negirtiye ser xwe.

Bi heman mijarî:

Li Pakistanê li dijî baregeha leşkerî êrîşa bombeyî: 11 mirî
Li Pakistanê keçeke 7 salî rastî destdirêjiyê hat û hat kuştin
Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
Amerîkayê şandina alîkariyên bo Pakistanê rawestand
Artêşa Pakistanê: Pêdiviya me bi pereyên Amerîkayê nîne
Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 6 kes birîndar bûne
Etîketan:
Li Pakistanê êrişa xwekujî, Wezîrê Tendirustî yê Pencapê, Salman Refik, Lahor, Pakistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de