02:29 24 Hezîran 2018
Sîxurê kevin yê Rûsyayê Sergey Skripal

Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin

© REUTERS / Peter Nicholls
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di derbarê kuştina sîxurê kevin yê Rûsyayê Sergey Skripal de axivî. Peskov got ku “eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye û em tu tewanbariyê qebûl nakin.”

Sîxurê kevin yê Rûsyayê Sergey Skripal û keça xwe beriya demekê li Londrayê di encama sûîqestekê de hatibûn kuştin. Di sûîqestê de yek ji wan cûreya xaza kujer ku bi 'Noviçok' tê binavkirin hatibû bikaranîn. Ingiltere di vê bûyerê de Rûsyayê tewanbar kiribû.

Dmitriy Peskov îro di derbarê vê tewanbariyê de axivî û got: Sekna Moskowayê baş tê zanîn, ev sekna me bi rêyên dîplomatîk ve me ravê Londrayê jî kir. Herwiha tu eleqeya Rûsyayê bi vê bûyerê tune ye û Moskowa di vê çarçovê de tu tewanbariyên ku bêdelîl in qebûl nake.

Bi heman mijarî:

Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî
Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
Etîketan:
Sergey Skripal, Peskov, londra, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de