02:50 24 Hezîran 2018
Penaber

119 penaberên qaçax hatin rizgarkirin

© AFP 2018 / Jure Makove
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêza Deryayî ya girêdayî hikûmeta mutebekat a neteweyî ya Libyayê li qeraxên rojavayê welat 119 penaberên qaçax rizgar kirin.

Hêza Deryayî ya Libyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku 119 penaberên qaçax ku 2 zarok û 11 jin jî di nav de bûn û ji Misir, Senegal û welatên Efrîqayê bûn hatin rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya Hêza Deryayî hemû pêwistiyên însanî yên penaberan hatine bicihanîn, pêşî birine Baregeha Deryayî ya Trablusê û ji wir jî sewkî Navenda Penaber a Tacureyê.

Li gor daneyên fermî yên herêmî û navneteweyî, li Libyayê ji 24 welatan penaber hene û ji sedî 95ê van efrîqiyên ku dixwazin bi rêya Deryaya Spî xwe bigihînin Ewropayê ne.

Bi heman mijarî:

Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
Libya: Dewletên din DAIŞî û El Kaîdeyiyan dişînin welatê me
Caferî: ‘Sûriya dê nebe Libya û Iraqek nû'
Libya: ‘Rewşa me ji ya Tirkiyeyê cûda ye'
Libya li dîjî terorê bangî alîkariya Rûsyayê kir
Etîketan:
Li Libyayê 119 penaber hatin rizgarkirin, Trablus, Libya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de