05:51 23 Hezîran 2018
Fizîknas Stephen Hawking

Fîzîkvanê navdar Stephen Hawking jiyana xwe ji dest da

© AFP 2018 / Justin Tallis
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Fîzîkvanê navdar ê Îngîlîz Stephen Hawking di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Mirina fîzîkvanê navdar Stephen Hawking ji aliyê zarokên wî Lucy, Timothy û Robert ve hat ragihandin. Zarokên Hawkîng di daxuyaniya xwe de gotin: "Me bavê xwe yê dilovan winda kir. Em pir xemgîn in. Mirovekî zanist bû, xebat û mirata wî dê bi salan dewam bike."

Mirovê zanist Hawking bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser qulên reş û fîzîka kuantumê dihat naskirin.

Stephen Hawking dema li Zanîngeha Cambridgeyê şagirt bû bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketibû û nikaribû organên laşê xwe bikar bîne, bi sîstemeke compîterê ku ji bo wî hatibû çêkirin pêwendî dikir.

Bi heman mijarî:

Hawking: Divê mirovahî ji xwe re li cihekî din bigere
Keçekê ji Einstein û Hawking zîrektir li Brîtanyayê hat dîtin
Hawking: Fezayî dê mezintirîn gef bin li ser mirovan
Hawking: Heta sed salan terka dinyayê bikin
Fizîkzanê brîtanî Hawking: Divê heta 100 salan em dinyê biterikînin
Etîketan:
Fîzîkvanê navdar jiyana xwe ji dest da, Stephen Hawking, Îngîltere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de