17:39 20 Nîsan 2018
    Hindistan tecavüz kadın protesto

    50 hezar gundî bi alên sor ber bi parlamentoyê ve diçin

    © AFP 2018 / Chandan Khanna
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Hindistanê 50 hezar gundî reforma erdan di serî de ji bo gellek daxwazan, rêya 180 kîlometreyî bi meşê qedandin û hindik maye ku bighêjin parlamentoyê. AKIS ya ku meşa gundiyên cotkar organize dike daxuyand ku hikumetê sozên ku dabûn bi cih ne anî û xiyanet kiriye.

    Li bajarê herî qelebalix ya Hindistanê Bombay ku xwedî serjimara 18 mîlyona ye, bi alên sor yên gundiyan xemiliye. 50 hezar gundiyên ku ji bajarê Nasikê bir rê ketin, bi sedema ku hikumetê sozên xwe bi cih ne aniye ber bi parlamentoyê ve dest bi meşa protestoyê kirin.

    ​Di serê wan de şifkeyên sor û di deste wan de alên sor, tevir û çakûçan ketin Bombayê. Her wiha meşa gundiyan rojeva herî girîng ya dewleta Hindistanê ye. Gundiyên cotkar, ‘erdê me mafê me ye ne milkiyeta ti kesên dine, em ê ji bo erdê xwe têbikoşin' bi van gotinan sedema meşa protestoyê didin ber çavan.

    ​AKIS ya ku meşa gundiyên cotkar organize dike daxuyand ku hikumetê sozên ku dabûn bi cih ne anî û xiyanet kir. Her wiha hat eşkerekirin ku meşa gundiyan ket dîroka Hindistanê ku ya herî qelebalix e, li ser vê hin rayedarên hikumetê li Maharaştrayê bi nûnerên gundiyan re hatin ba hev. Piştî hevdîtinan tê meraqkirin ku gelo daxwazên gundiyan wê bi cih werin ya na ne diyare.

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
    Çînê bi tundî Hindistan hişyar kir: Leşkerên xwe bikşîne
    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    Hindistan piştgiriya Kurdistanê dike
    Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
    Etîketan:
    gundî, cotkar, protesto, meş, AKIS, hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de