18:56 25 Nîsan 2018
    Nadiya Murad

    Nadiya Mûrad ji bo Efrînê banga lezgîn kir

    © AFP 2018 / FREDERICK FLORIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Qasida Niyetpakiyê ya Kurdê Êzidî li Neteweyên Yekbûyî Nadîa Mûrad bi daxuyaniyeke nivîskî banga lezgîn ji bo Efrînê kir.

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
    © AP Photo / Khalil Senosi
    Nadîa Mûrad kiryarên li Efrînê şiband yên DAIŞê ku li Şingalê bi ser êzidiyan de kiribû û got, li Efrînê demildest xizmetên saxlemîyê pêdivî ne ji ber ku rewşa heyî dişibe "paqijkirina etnîkî û jenosîdê".

    ‘JI BO EFRÎNÊ BANG LI HEMÛ ALIYAN DIKIM'

    Mûrad ev bang li civaka navdewletî kir: "Ez bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropa û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hemû alîyan dikim ku rêzê li mafê sîvîlan bigirin û ber bi agirbestê bixebitin. Ez herwiha bang li rêxistinên mafên mirovan û sazîyên Neteweyên Yekbûyî dikim ku xwarin û dermanan bigihînin cîhên pêdivî heye."

    ‘EFRÎN JI HEMÛ ALIYAN VE HATIYE DORPÊÇKIRIN'

    Nadiya Mûrad behsa rewşa sivîlên Efrînê kir û wiha pê de çû:
    "Herêma Efrînê ku Kurd, Êzîdî, Mesîhî tê de dijîn, ji hemû alîyan ve hatiye dorpêçkirin. Tenê rêyek maye ku sîvîl dikarin ji bajêr derkevin. Heta niha 200 sivîl hatine kuştin ku 3 ji wan Êzîdî ne. Goristan, perestgeh û cîhên pîroz yên olî hatine hilweşandin û bi zorê wek mizgeft hatine hilweşandin. Mal û milkên gel hatine talan kirin û endamên kêmneteweyan ji aliyê tundrêyan ve têne biçûkxistin."

    Bi heman mijarî:

    TSK: Li Cindirêsê bi teqîna bombeyê leşkerekî tirk can da
    Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
    Bozdag: Di operasyona Efrînê de heta niha 42 leşkeran can daye
    Ji Antonio Guterres daxuyaniya Efrînê
    May: Bi îhtimaleke mezin Rûsya ji jehrîbûna sixurê berê berpirsyar e
    YPG: Wê şer dirêj bajo, em ê heta dawiyê Efrînê biparêzin
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Etîketan:
    Nadiya Mûrad banga Efrînê, Cîhan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de