19:36 24 Hezîran 2018
Afganistan

Çekdaran bi çekên giran êriş kir: Piranî komando 17 leşker hatin kuştin

CC BY 2.0 / The U.S. Army / Returning to base
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Balabuluk a bajarê Farahê çekdarên Talîbanê bi çekên giran êrişî artêşa Afganistanê kirin. Di êrişê de piranî komando herî kêm 17 leşker hatin kuştin.

Serokê Şuraya Farahê Farîd Bextewar di axaftina xwe ya çapemeniyê de ragihand ku artêşa Afganistanê li herêma Tepe Sadat a navçeya Balabulukê rastî êrişeke giran hat.

Farîd Bextewar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di êrişa çekên giran de piranî komando 17 leşker hatin kuştin û 3 hêzên ewlehî jî windayî ne."

Ji aliyê din ve li gor daxuyaniya rêxistina Talîbanê di êrişê de herî kêm 53 hêzên ewlehî hatin kuştin û birîndar bûn.

Hêzên ewlehî yên Afganistanê rojek berê jî li navçeya Hocsi Gar a bajarê Taharê rastî êrişa çekdarên Talîbanê hatibû û di wê êrişê de jî bi dehan hêzên ewlehî hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

Rûsya dixwaze Kabîl û Talîbanê li Moskowayê li ser masê bicivîne
Li Afganîstanê di êrîşa Talîbanê de 13 polîs hatin kuştin
Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
Talîbanê êrişî milîsên ku CIA piştgiriya wan dike, kir: 13 mirî
Li Afganistanê di navbera DAIŞ û Talîbanê şer: 91 kuştî
Etîketan:
Artêşa Afganistanê, Rêxistina Talîbanê, Farîd Bextewar, Farah, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de