02:41 28 Gulan 2018
Kolombiya - FARC peymana aştiyê

Piştî peymana aştiyê li Kolombiyayê FARC dîkeve parlamentoyê

© REUTERS / John Vizcaino
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Kolombiyaya ku nêzî 52 salan şerê navxweyî lê berdewam kir diçe hilbijartinan. Taybetmendiya hilbijartinan yek jê ew e ku piştî çekberdanê, FARC bi 10 parlamaneteran dikeve kongreyê. Partiya rastgir a serokomarê berê Uribe ku li dijî lihevhatinê derdiket di ankêtan de li pêş xuya ye.

Kolombiya - FARC barış anlaşması
© REUTERS / John Vizcaino
Hêzên Çekdar a Şoreşgerên Kolombiyayê (FRAC) piştî têkoşîna 52 salan a bi çekan sala par bi peymanek dîrokî aştî pêk anî û dest ji têkoşîna bi çekan berda. Her wiha sibê jî ji bo dewleta kolombiyayê rojekê dîrokî ye. FARCa ku dest ji têkoşina çekan berda sibê beşdarî hilbijartinên Kolombiyayê dibe, tê payin ku bi 10 parlamenteran wê di kongreye de cihê xwe bigre. Di hilbijartinên kolombiyayê de bi 7 mîlyon hilbijêran 100 senator û ji 170yî zêdetir parlamenter wê bên hilbijartin. FARC 5 jê ji senatoran, 5 jî ji parlameteran bi tevahî jî wê bibe xwediyê 10 sendelyeyan.

Her wiha partiya rastgir a serokomarê Kolombiyayê yê berê Alvaro Uribe ku li dijî lihevhatina FARCê derdiket di ankêtan de li pêş xuyaye û tê payin ku wê hilbijartinan qezenç bike.

Bi heman mijarî:

Li Kolombiya teqîn pêk hat: Herî kêm 30 kes birîndar bûn
Kolombiya: Şer bidawî bû
Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de