17:33 25 Gulan 2018
Dolar

Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li paytexta Japonyayê Tokyoyê di salekê de pereyên ku li erdê hatine dîtin û radestî polîsan hatine kirin ji 35 milyon dolaran derbas bû.

Li gorî nûçeya Kyodoyê Ewlekariya Tokyoyê ragihand ku şêniyên bajêr sala dahatû bi qasî 3.75 milyar Yenê japonî (35.3 milyon dolar) radestî wan hatiye kirin.

Li gorî ragihandina polîsan, ji vî pereyî zêdetirî 25 milyon dolarî gihaşte xwediyê xwe û 4.77 milyon dolar jî ji bo kesên ku pere li erdê dîtine hatin hinartin.

4.5 MILYON DOLAR JÎ KETE GENCÎNEYA RÊVEBERIYA TOKYOYÊ

Nêzîkî 4.5 milyon dolarî jî kete gencîneya Şaredariya Bajarê Mezin a Tokyoyoyê.

GER DI NAVA 3 MEHAN DE XWEDIYÊ PEREYAN DERNEKEVE KESÊ KU PERE DÎTINE DIKARA RAHÊJE WAN PEREYAN

Li Tokyoyoyê kesên ku pereyan dibînin û dibîne ji tîmên ewlehiyê re bi kêmanî dikarin 20 ji sedê wî pereyê weke xelat bistînin. Pereyê mayî ji ger di nava 3 mehan de kes xwedî lê dernekeve kesên ku ew dîtine dikarin ji xwe re bibin.

Ger xwediyê pereyan neyê dîtin û kesê ku pere dîtine jî lê xwedî dernekeve ji bo dahatên raya giştî têne xerckirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
‘Dema ku tevî malbata xwe me ji Xûtayê baz da milîtanan gule reşandine ser me'
Li Izmîrê ji ber parvekirinên medyaya civakî 7 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
pereyên li erdê hatine dîtin, Jiyan, Dolar, Yen, Pere, Şaredariya Tokyoyê, Ewlehiya Tokyoyê, Kyodo, Japonya, Tokyo
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de