17:14 24 Nîsan 2018
    Koreya Bakur

    Koreya Bakur li dijî Tirkiyeyê êrîşa sîberê kir

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 60

    Pisporên ewlehiya sîberê daxuyand ku Koreya Bakur li dijî sektorên darayî yên tirk êrîşeke sîber li dar xist. Lêkol3ineran diyar kir ku di encama êrîşê de ku ti wendahiyeke darayî çênebûye.

    Rêxistinên sîberê yên Koreya Bakur yên bi navê ‘Hidden Cobra' û ‘Lazarus Group' di destpêka vê mehê de li dijî sektorên darayî yên tirk dest bi êrîşên sîberê kir. Şîrketa ewlehiya sîberê ya bi navê McAfee ragihand ku di nav wan sektoran de saziyeke bazirganî û darayî ya dewleta tirk jî heye.

    ‘DIBE ÊRÎŞEKE AMADEHIYÊ BE'

    Li gorî nûçeya rojnameya tirk ya bi navê Haberturkê hackerên Koreya Bakurî di êrîşa xwe ya li dijî Tirkiyeyê de bernameyeke bi zirar ya bi navê Bankshotê bi kar aniye. Lêkolîneran anî ziman ku di encama vê êrîşê de ti wendahiyeke darayî çênebûye lê dibe ku ev amadehiya êrîşeke mezin be.

    Bi heman mijarî:

    Trump û Serokê Koreya Bakur di meha gulanê de wê hevdîtinekê pêk bînin
    Serokê Koreya Bakur Kim, hêvî dike ku ‘dîroka yekitiya Koreyê’ binivîse
    Serokê Koreya Bakur Kim, dixwaze bi Koreya Başûr re ‘dîrokek nû binivîse’
    Koreya Bakur û Koreya Başûr li hev kir ku xeta sor di navbera wan de were damezirandin
    Serokê Koreya Bakur, serokê Koreya Başûr vexwend welatê xwe
    Etîketan:
    sektorên darayî, êrîşa sîberê, Koreya Bakur, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de