05:44 22 Nîsan 2018
    Afganistan

    Li camiya ku rêvebir jî têde bûn rastî êrişê hat: Yek jê polîs 7 kuştî

    © REUTERS / Parwiz
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li hemberî camiyeke şîe ya Kabîlê êrişeke xwekujî pêk hat, li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de yek jê polîs 7 kes hatin kuştin.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Besîr Mucahid di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Li rojavayê Kabîlê di xala kontrol a camiyê de teqînek pêk hat. Di teqînê de ji xeyrî xwekuj yek jê polîs 7 kesan jiyana xwe ji dest da."

    Li gor daxuyaniya berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Besîr Mucahid, di camiyê de ji ber hebûna berpirs û rêvebiran êrişkarê xwekuj hewl dida ku têkeve hûndir, lê piştî ku di xala kontrol a ewlehî de hat ferqkirin bombeya ser xwe teqandiye.

    Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî li Afganistanê li dijî camiyan jî êriş pêk tên û herî dawî di Tîrmeha 20170an de li hemberî camiyeke bajarê Heratê êrişeke xwekujî pêk hatibû û di êrişê 20 kes hatibûn kuştin û 30 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
    ‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
    Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
    Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê, Besîr Mucahi, Kabîl, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de