07:42 24 Nîsan 2018
    Neteweyên Yekbûyî (NY)

    Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya derxistina sivîlên Efrînê

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 04

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Ferhan Heq di civîna rojane ya çapemeniyê de, ragihand ku ew ji bo sivîlên nikarin ji Efrînê derkevin metirsîdar in.

    Heq da xuyakirin ku ew ji ber sivîlên dixwazin ji Efrînê derkevin û ji aliyê ‘rêveberiya herêmî' ve têne astengkirin metirsîdar in.

    Berdevkê NYyê derketina ji Efrînê ya 5 hezar kesan bi bîr xist û diyar kir ku ew ji bo derketina sivîlan ji herêmê bi hemû aliyên qadê re hevdîtinan dikin, lê rastî pirsgirêkan tên.

    Heq li ser pirsa peyamnêrê ajansa A.Ayê ya ‘qesta we bi rêveberiya herêmê YPG ye gelo' jî got, "Erê ew jî di nav de ne."

    Hêjayî gotinê ye, berdevkekî din ê NYyê Stephane Dujarrij jî heman daxuyanî du roj berê dabû û gotibû, derketina sivîlan ji aliyê rêveberiya Efrînê ve tê astengkirin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
    Heşda Şeibî gefa ala Kurdistanê li YNKê xwar
    Li Qoserê kêlên gorên PKKyiyan hatin xirakirin
    Rûsya: Îdiayên rastlêhatî lêdana Xûtaya Rojhilat ji aliyê Sûriyeyê ve bêbingeh in
    Iraq: Bêguman di warê têkbirina DAIŞê de me mifa ji çekên rûsî wergirt
    ‘Artêşa Sûriyeyê bi pêşdeçûna xwe ya li Xûtaya Rojhilat berdewam kir'
    Etîketan:
    Efrîn, Cîhan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de