09:53 20 Nîsan 2018
    Alaya Yekineyên Parastina Jin (YPJ) li kolana navendî ya li Efrînê.

    Dayika şervanê YPGê yê îzelendî: Diyar e ku Haukurê min miriye

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Raportên nepiştraskirî yên kuştina aktivîsê îzlendayî Haukur Hilmarsson, bû sedem ku dêya wî Eva Hauksdottir li ser malpera xwe wiha binivîse, "wisa diyar e ku Haukurê min miriye" û daxwaza agahiyên zêdetir li ser bûyerê kir.

    Medyaya Tirkiyeyê ragihandibû ku Haukur Hilmarsson li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê li Efrînê miriye. Tê gotin ku Hilmarsson li dijî DAIŞê li Reqayê şer kiribû hatibû ragihandin ku 24ê Sibatê hatiye kuştin.

    Li gorî malpera Iceland Monitorê, dayika wî nivîsiye ku ti tiştî derbarê wê rojê de nizane û xwest ku kesên agahiyên zêdetir dizanin, agahiyan jê re bişînin.

    Hauksdottir Hilmarsson di nivîsa xwe de diyar dike ku Wezareta Derve û beşê navdewletî hewl dide agahiyan bi dest bixe.

    Bi heman mijarî:

    Xwenîşandana kurdan li Berlinê li dijî operasyona Efrînê
    Îdîaya ku 'nêzîkî 40 milîsên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê hatin kuştin'
    Di roja 44emîn de şerê herî dijwar li Efrînê diqewime
    Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê di derbarê Efrînê de daxuyanî da
    Wezareta Tenduristiya Efrînê: 212 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    YPG, Hauksdottir Hilmarsson, Haukur Hilmarsson, Îzlenda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de