13:40 21 Hezîran 2018
Cîhan

Serokê Koreya Bakur Kim, hêvî dike ku ‘dîroka yekitiya Koreyê’ binivîse

Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Grûbeke Koreya Başûr ji bo serlêdanek fermî çûbû Koreya Bakur. Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un grûbê bi awayek kêfxweş ezimand. Bi vê awayê ev grûb bû yekemîn grûba Koreya Başûr ku bi Kim re hevdîtinê kir.

Karikatur

Serokê Ofêsa Ewlehiya Neteweyî ya Koreya Başûr Chung Eui-yong bi heyetek, li payîtextê Koreya Bakur Pyongyangê bi Kim Jong-un re hevdîtin pêk anî. Heyeta Başûrê Koreyê bi Kim Jong-un, hevsera wî Ri Sol-ju û xwîşka wî re xwarina êvarê xwarin.

Li gorê agahiyên di ajansa fermî ya Koreya Bakur (KCNA) de, Kim Jong-un heyeta Koreya Başûr bi awayek kêfxweş ezimandiye. Herwiha Kim gotiye ku "dixwazin pirsgirêkên leşkerî yên di navbera herdu gravan de çareser bikin. Ji bo menfaetên miletê me em dixwazin bi awayek ciddî têkiliyan bi pêşbixin."

Piştê hevdîtinê ofêsa serokwezîrtiya Koreya Başûr ragihand ku wê di meha Nîsanê de bi awayek fermî bi Koreya Bakur hevdîtin pêk bînin. Amerîkayê jî di derbarê hevdîtinên di navbera rêvebiriya gravan de nirxand. Amerîka got ku "hevdîtinên di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakûr de baş in lê heya ku Koreya Bakur dev ji xwebatên xwe yên nuklerî bernede em tu hevdîtinê bi wan re nakin."

Bi heman mijarî:

Koreya Bakur û Koreya Başûr li hev kir ku xeta sor di navbera wan de were damezirandin
Serokê Koreya Bakur, serokê Koreya Başûr vexwend welatê xwe
Rayedarê Koreya Bakur li Koreya Başûr e
Di navbera Îran û Koreya Başûr de krîzê rûda
Etîketan:
amerîka, Koreya Başur, hevdîtin, Koreya bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr

  • Çekdarekî ji Bera El-Nusra
    Last update: 12:50 21.06.2018
    12:50 21.06.2018

    El Nusra li Idlibê banka vekir

    Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê rêxistina çekdar ya bi navê Nûsra bankaya xwe vekir.

  • Mevlut Çavuşoglu
    Last update: 12:42 21.06.2018
    12:42 21.06.2018

    Çavuşoglu: F-35 dê di sala 2020an de werin Tirkiyeyê

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li ser balafirên F-35ê yên ku Tirkiye dê di çarçoveya rêkeftina xwe li gel Amerîkayê de bikire axift û got, "heta sala 2020an dê xebatên perwerdehiyê werin kirin. Hatina balafiran bo Tirkiyeyê dê di sala 2020an de pêk were."

  • F-35 Lightning
    Last update: 12:02 21.06.2018
    12:02 21.06.2018

    Çapemeniya DYAyê: Tirkiye nikare F-35an bikar bîne

    Kovara The Drive ku ji DYAyê weşanê dike di nivîsek xwe de derbarê balafirên F-35an ên nifşê nû ku Tirkiye dixwaze bikire, ji ber hin kêmasiyan li Tirkiyeyê niha nayên bikaranîn.

  • Patates
    Last update: 11:09 21.06.2018
    11:09 21.06.2018

    Bihayê pîvaz û kartolan dolar derbas kirin

    Beriya Cejna Remezanê bihayê pîvaz û kartolan ber bi jor ve radibûn. Piştî cejnê jî gihaşt asta herî bilind, pîvaz bi 6 lîreyan, kartol jî bi 5 lîreyan tên firotin.