01:04 21 Nîsan 2018
    Çêrgeh

    Şivan û cotkar bi hev ketin: 20 kuştî û gelek birîndar

    © Sputnik / Виктор Чернов
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li eyaleta Taraba ya Nîjeryayê di navbera şivan û cotkaran de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de 20 kes hatin kuştin.

    Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li eyaleta Taraba ya Nîjeryayê di navbera şivan û cotkaran de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Metirsiya ku hejmara kuştiyan zêde bibe heye.

    Li gor zanyariyên berdest, di pevçûnan de gelek ajalên mezin telef bûn û kêriyekî pezî ku ji 200 ajalî pêk dihat hat dizîn. Piştî pevçûnan niştecihê herêmê dest bi koçê kir.

    Li herêmê gelek caran di navbera şivan û cotkaran de pevçûnên dijwar diqewimin. Herî dawî li gundê Nyiwa û Yerimaru yê girêdayî eyaleta Plateauyê şer derketibû û di encama şer de herî kêm 15 hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê 7 êrişên xwekujî: Bi dehan mirî û birîndar
    Li Nîjeryayê ji ber menenjitê 745 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Nîjeryayê êrişa xwekujî, 14 kes mirin
    Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû
    Li Nîjeryayê êrişa mizgeftê: 20 kuştî
    Etîketan:
    Li Nîjeryayê pevçûn, Taraba, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de