02:25 20 Nîsan 2018
    Pêş Parlamentoya Ûkranyayê

    101 alîgirên Saakaşvili yên li pêş Parlamentoya Ûkraynayê hatin desteserkirin

    © REUTERS / Alex Kuzmin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li dijî alîgirên serokomarê berê yê Gurcistanê Mihail Saakaşvili, ku li pêş Parlamentoya Ûkraynayê kon vedan, operasyon hat lidarxistin û di encamê de 101 kes hatin desteserkirin.

    Li qada pêş parlamentoya ku alîgirên Saakaşviliyê hatbû dersînorkirin, kon vegertin û protesto kirin, polîsan operasyon lidarxist.

    Xwepêşander li dijî midaxeleya hêzên ewlehiyê derketin û di navbera wan de alozî derket. Li ser vê yekê polîsan bi dehan kes desteser kir.

    Piştî vê kon ji aliyê şaredariyê ve hatin rakirin. Şêwirmendê Wezîrê Karên Navxweyî yê Ûkraynayê Zoryan Skiryak diyar kir ku 101 kes hatine deteserkirin û got, di konan de molotofkokteyl û kêr hatine dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Saakaşvili ji Ukraynayê hate dersînorkirin
    Şandina çekên amerîkî û kanadî bo Ukraynayê aştiya li welêt sabote dike
    Li Ukraynayê metirsiya "tankên rûsî"
    Pûtîn piştgirî da ‘pêşniyaza guherandina dîlgirtiyên li Ukraynayê'
    Etîketan:
    desteserkirin, Şêwirmendê Wezîrê Karên Navxweyî yê Ûkraynayê, Zoryan Skiryak, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de