05:11 23 Hezîran 2018
Li Somaliyê êrîş

Di encama êrîşa 2 wesayîtên bombebarkirî de 21 kesan can da

© REUTERS / Universal TV
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê di encama teqandina wesayîtên bombebarkirî de, li gor agahiyên destpêkê 21 kesan can da û 20 kes jî birîndar bûn.

Polîs, serdegirtin, binçavkirin
© REUTERS / Sertac Kayar
Midurê Beşa Ambûlansê yê Somaliyê Dr. Abdulqadir Aden ragihand ku di encama teqandina 2 wesayîtên bombebarkirî de li Mogadîşûyê, 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.

Aden herwiha bal kişand ser ku xetera zêdebûna miriyên teqînan heye.

Hat ragihandin ku teqîna yekem li nêzîkî avahiya Îstixbarata Netewî ya Somaliyê ya diduyan jî li nêzîkî Koşka Serokomariyê pêk hatiye.

Berpirsiya her du êrîşan jî rêxistina El Şebabê girt ser xwe.

Li aliyê din rayedarên ewlekariya serokomariyê ragihandin ku her du êrîş hatine beraîlîkirin û 5 milîtan hatine kuştin.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Heger sozên ku dane bicih bînin, em amade ne bi Amerîkayê re li hev bikin
Amerîka meha gulanê balyozxaneya Îsraîlê ya Qûdsê vedike
Di nîvê rê de bombe hat teqandin
Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş
Civîna ji bo Rojhilatê Gutayê ya li KENY hat taloqkirin
Şerê dezenformasyonê yê nû di medya rojavayî de: Gutaya Rojhilat
Etîketan:
Cîhan, Somalî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de