16:31 18 Hezîran 2018
Otobus

Otobusa rêwiyan ji rê derket: 44 mirî

© REUTERS / Büşra Selvi Öğütcen
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Otobusa rewiyan di rêya sereke ya Pan-Amerîkayê de herikî newalê. Di encama bûyera qezayê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li welatekî Amerîkaya Başûr li Peruyê otobusa rêwiyan herikî newalê. Bûyera qezayê di rêya sereke ya Pan-Amerîka li herêma Oconaya başûrê welat pêk hat û li gor zanyariyan otobus ji 100 metroyî herikî newalê.

Tîmên tendirustiyê di bûyera qezayê de herî kêm 20 kes bi birîndarî ji binê enqazê otobusê deranîn. Lİ Peruyê gelek qezayên trafîkê yên bi rengî pêk tên û pispor jî qezaya bi kêm perwerdeya ajovanan ve girê didin.

Meha borî dîsa kamyonek û otobuseke rewiyan li hev qelibîbûn û di encama qezayê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Bi heman mijarî:

Li Golbaşiyê qezaya trafikê: 4 mirî û 2 birîndar
Qezayê trafikê: Yek ji wan giran 13 birîndar
Li Kirşehirê qezaya trafikê: 9 mirî û 17 birîndar
Li Afganîstanê qezaya trafikê : 25 mirî
Li Bismilê di qezaya trafikê 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn
Etîketan:
Li Peruyê qezaya trafîkê, Peru
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de