19:43 24 Hezîran 2018
bêrêtî

Tirkiye di 5 salan de 28 rêz paş de ket û di rêza 81em de bi cih bû

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor lêkolîna Rêxistina Zelalkirinê ya Navnetewî, Tirkiye di endeksa têgîhiya bêrêtiyê ya sala 2017an de 6 pêlik paş de ket û di nav 180 dewletan de bû dewleta 81em. Tirkiye di nav 28 dewletên ewropayê de dewleta herî dawî ye, di nav 35 dewletên OECDyê de jî ji paş de di rêza dudyan de cih digre.

Ji aliyê Rêxistina Zelalkirinê ya Navnetewî ve derbarê têgîhiya bêrêtiya dewletan de lêkolînek hat amadekirin û encamên wê bi raya giştî re parve kir. Di endeksê de tê xuyakirin ku Tirkiye çar salan li ser hev paş de ketiye, li gor daneyên pênc salan jî 10 pûan winda kiriye û 28 rêz bi paş de ketiye. Li gor nûçeya Dikenê, Rêxistina Zelalkirinê ji sala 1995an û vir de li 118 dewletan lêkolînên têgîhiya bêrêtiya dewletan li gor endeksan ji raya giştî re eşkere dike. Her wiha di vê çarçoveyê de jî endeksên sala 2017an jî parvekir.

Tirkiyeya ku 40 pûan wergirt di nav 28 dewletên ewropayê de dewleta herî dawî ye, di nav 35 dewletên OECDyê de jî ji paş de di rêza dudyan de cih digre. Endeksên her dewletekê herî kêm ji aliyê 3 saziyên navnetewî ve tên lêkolînkirin û li gor daneyên saziyan pûan û rêzên dewletan eşkere dibin.

 

Bi heman mijarî:

Bêrêtî li Rûsyayê kêm û li Tirkiyeyê jî zêde dibe
Parlamenterê tirk: Yên ku bertîl ji Sarraf standine bila malê wan were desteserkirin
Riza Sarraf mikur hat ku li Tirkiyê ji bo ji girtîgehê derkeve bertîl daye
Zencanî bertîl daye 3 wezîrên Tirkiyeyê
Etîketan:
zelalkirin, bêrêtî, pere, Rêxistina Zelalkirinê ya Navnetewî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de