19:44 24 Hezîran 2018
Nexweş

62 kesan ji ber şewba dîfteriyê jiyana xwe ji dest da

© REUTERS / Abduljabbar Zeyad
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Tendirustî a Yemenê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber şewba dîfteriyê 62 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta Wezareta Tendirustî ya Yemenê, ji meha Tebaxa 2017an heta niha 62 kesan ji ber şewba dîfteriyê jiyana xwe ji dest da û li ser 933 kesî şewb hat tespîtkirin.

Misteşarê Wezareta Tendirustiyê Elî al-Walîdî di axaftina xwe de got: "Şewba dîfteriyê herî zêde li bajarê Ibb û li El Hudeydeyê belav bûye ji bo rê li ber şewbê were girtin em ê dest bi kampanyeya aşiyê bikin."

Li Yemenê ji ber tehrîbûna tesîsên binerdî û parzûnkirinê ji nêvî zêdetir yemenî nikarin ava paqij bi dest bixin. Peydenekirina ava paqij yek ji faktorên herî girîng ku şewba dîfterî û kolera belav dibe. Ji destpêka şerê navxweyî yê Yemenê û heta niha ji hezarî zêdetir însan ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest daye.

Bi heman mijarî:

Başurê Yemenê ji nû ve vedije: Cûdaxwazan Aden stend
'Hevpeymana Erebî di êrîşa li Yemenê de herî kêm 20 sivîl kuştine'
Ji DYAyê ji bo Yemenê îtîrafa operasyona bejayî
Rûsyayê hebûna xwe yên dîplomatîk ên li Yemenê dan rawestandin
'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'
Agahî ji peyamnêrê Spûtnîkê yê Yemenê nayên girtin
Etîketan:
Wezareta Tendirustî ya Yemenê, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de