06:27 21 Gulan 2018
    Çekdar

    Rêxistina terorîst 94 şagirtên keç revandin

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Nîjeryaya Efrîqeya Rojava rêxistina terorîst a Boko Haramê bi ser dibistanekê de de girt û 94 şagirtên keç revandin. 48 şagirt hatin rizgarkirin.

    Rêxistina terorîst a Boko Haramê li eyaleta Yobe ya Nîjeryayê roja duşema borî bi dibistanekê de girt. Rêxistinê ji dibistanê 94 şagirtên keç revandin. Waliyê eyaleta Yobeyê Îbrahîm Geîdam di daxuyaniya xwe de got: "Ji 94 şagirtên keç ku Boko Haramê revandibûn 48 ji wan hatin rizgarkirin."

    Îbrahîm Geîdam di berdewamiya axaftina xwe de got: "48 şagirt li herêma Jilli-Muwartî ku dikeve navbera eyaleta Yobe û Boroyê hatin rizgarkirin û piştî kontrola tendirustî em ê teslîmî malbatên wan bikin."

    Boko Haramê di sala 2014an de dîsa bi ser dibistanekê de girtibû û 276 şagirtên keç revandibûn û hê jî 112 ji wan şagirtan di destê rêxistinê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike
    Li Nijeryayê 7 hezar kes ji şerê Boko Haramê reviyan
    Etîketan:
    Boko Haram, Waliyê eyaleta Yobeyê, Îbrahîm Geîdam, Yobe, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de