11:48 21 Hezîran 2018
Meksika'da askeri helikopter düştü

Helîkoptera leşkerî ku wezîr û walî jî têdebûn ket: 13 mirî

© REUTERS / Jorge Luis Plata
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Piştî erdhejê bi mezinahiya 7.2 li Meksîkayê, helîkoptera ji bo tespît ziyanên erdhejê diçû eyaleta Oaxacayê di dema xwe danîtina erdê ket ser wesayîtan.

Di encama ketina helîkoptera ku Wezîrê Navxweyî yê Meksîkayê Alfonso Navarrete Prida û Waliyê Eyaleta Oaxacayê Alejandro Murat ku têdebûn 12 kes li cihê bûyerê, kesekî ji li nexweşxaneyê 13 kes can dan, 15 kes jî birîndarbûn. Herwiha wezîr û valî ji bûyerê sax xilas bûn. Hate ragihandin ku kesên mirîne 3ê wan zarok in.

​Serokwezîrê Meksîkayê Enrique Pena Nieto ji ser medyaya civakî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belev kir û tê de serxweşî xwest.

Îro li eyaleta Oaxaca ya Meksîkayê bi dijwariya 7.5ê erdhej pêk hat. Piştî erdhejê banga tsunamiyê hatibû kirin.

Bi heman mijarî:

HSDê derbarê xistina helîkoptera Tirkiyeyê de daxuyanî da
Tirkiye: Di helîkoptera ku hat xistin 2 leşkeran can da
Helîkoptera ku 4 kes têde bûn bi ser avahiyekê de ket: 3 mirî û 2 birîndar
AA: Helîkoptera artêşa tirk nehatiye xistin
Helîkoptera Amerîkayê ket: 2 pîlot mirin
Etîketan:
leşkerî, helîkopter, Meksîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de