06:13 22 Sibat 2018
Zindî
    Çiyayê volkanîk

    Di binê deryayê de çiyayê volkanîk hat dîtin

    © REUTERS/ EMILIO KUZMA-FLOYD / @EYES_OF_A_NOMAD
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zanyaran daxuyand ku li nêzikî Girava Kyushu li Kikai Calderayê di bin deryayê de çiyayekî volkanê yê ji teqînê re amade heye. Pisporan diyar kir ku îhtimaleke mezin heye ku ev çiyayê volkanîk biteqe û di 100 salên pêşîn de wê herî kêm 100 milyon kesan bikuje û li cîhanê bandorê li îqlimê bike.

    Zanyarên li Japonyayê li Navenda Lêkolînê ya Binê Okyanûsê ya Kobeyê (KOBEC) ya Zanîngeha Kobeyê lêkolînek amade kir. Di encama lêkolînê de çiyayekî volkanîk hat tespîtkirin ku ew çiya jî beriya 7 hezar 300 salan pêk hatiye.

    Li gorî nûçeya rojnameya îngiliz ya bi navê Daily Mailê ew çiyayê volkanîk yê ku li di binê okyanûsa li başûrê Kikai Calderaya li Girava Kyushuyê de ye, dibe ku bêyî nişane ji nişka ve biteqe.

    Profesor Yoshiyuki Tastsumi yê ku lêkolînê dimeşîne diyar kir ku ger teqîneke mezin çêbibe nêzikî 100 milyon kes wê jiyana xwe ji dest bide lê îhtimala pêkhatina vê yeke ji bo 100 salên pêşiyê ji sedî yek e.

    Bi heman mijarî:

    Volkan hişyar dibin
    Çiyayê volkanîk Etna teqiya: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
    Çiyayê volkanîk 'Etna' ji nû ve law pijiqand
    Çiyayê volkanîk a herî mezin ê Avrasyayê ji nû ve aktîf bû
    Etîketan:
    çiyayê volkanîk, Zanîngeha Kobeyê ya Japonyayê, Yoshiyuki Tastsumi, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de