00:03 23 Sibat 2018
Zindî
    Niştecîyên Efrînê ji ber bombebarana balafir û topavêjên tirk li şikeftan star dibin.

    Parlamenterê Kanadayî: Nabe ketina Reqayê bibe behane ku em dest ji kurdan berdin

    © Sputnik/ Mikhail Alaeddin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (379)
    0 10

    Parlamenterê Kanadayê Tom Kmiec nameyek ji Wezîra Derve ya Kanadayê Chrystia Freelandê re şand û tê de xwest ku eşkere piştgiriya kurdan li Efrînê bike.

    Endamê Parlamentoya Kanadayê yê Partiya Muhafezekar Tom Kmiecî nameyek ji Wezîra Derve ya Kanadayê Chrystia Freelandê re şand û tê de bang kir ku "daxuyaniyeke zelal ji bo piştgiriya kurdan bide."

    Kmiec dibêje ku kurdan di qeyrana Sûriyeyê xwe di ber xwe de daye û kariye herêmeke biistiqrar û demokratîktir li Bakurê Sûriyeyê çêkin û wiha dewam dike: "Di vê dema dawî de Rojava û Efrîn rasterast ketiye bin gefa Tirkiyeyê ku dest bi kampanyaya bombebarankirinê li dijî herêma kurdan kiriye."

    "BILA TIRKIYE OPERASYONÊ RAWESTÎNE"

    Herwiha Kmiec di nameya xwe de diyar dike ku ev operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê operasyona li dijî DAIŞê belawela dike û wiha dewam dike: Nabe ku ketina Reqayê û wêrankirina kapasîteya wê ya leşkerî bibin behane ku em dest ji kurdan berdin."

    Di dawiyê de parlamenterê kanadayî dibêje ku "pabendiya wan a exlaqî" li himberî kurdan heye û xwest ku hikûmeta wî bangî Tirkiyeyê bike ku operasyona xwe ya leşkerî hilawîse.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (379)

    Bi heman mijarî:

    Ji Fransayê bo operasyona Efrînê: Divê yên ji şerê DAIŞê re dibin asteng bên qewirandin
    Ji bo êrîşên li ser Efrînê bi hezaran kes dê li Ewropayê bimeşin
    YPG: Tirkiye li bendê bû ku Efrînê di hefteyekê de bigirta
    TSK: Li Efrînê 7 leşkeran can da, 4 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Chrystia Freeland, Tom Kmiec, Rojava, Sûriye, Efrîn, Kanada, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de