17:32 22 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov, İran Dışişleri Bakanı Cevad Zarif ve Dışişleri Bakanı Mevlüt Çavuşoğlu

    ‘Çavuşoglu, Lavrov û Zarif, meha pêş li Astanayê wê Sûriyeyê biaxivin'

    REUTERS/Maxim Shemetov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarif meha pêş li Astanayê wê bên ba hev û rewşa Sûriyeyê guftûgo bikin.

    Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov ji endamên çapmeniyê re axivî û got, hevdîtina 9em ya Astanayê piştî hevdîtina Çavuşoglu, Lavrov û Zarif ve wê pêk were. Her wiha wezîrê Kazakistanê got, ji bo tarîx, rojev û cih, hevdîtin tên kirin, di nav alternatîfan de Astana jî heye.

    Abdrahmanov axaftina xwe wiha domand: "Ji bo wezîrên dewletên wek Rûsya, Îran û Tirkiye bên ba hev divê hewlek hebe. Ji ber bûyerên li rojhilatê bernameyên wan tije derbas dibin, ji ber vê bi îhtîmalek mezin hevdîtîn wê di meha adarê de pêk were."

    Her wiha berê jî Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bodganov bilêv kiribû ku civîn dibe ku di meha adarê de pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên Astana 7ê bi dawî bûn
    Muxalifên çekdar beşdarî Astana-6ê dibin
    Astana 5ê destpê kir: Hemû alî tevlî civînê bûn
    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’
    Etîketan:
    Astana, pêvajo, Sûriye, Kayrat Abdrahmanov, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de