19:08 25 Nîsan 2018
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

    Stoltenberg: Tirkiyeyê hefteya borî agahî ji bo operasyona Efrînê dan

    © REUTERS / Hannibal Hanschke
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Tirkiyeyê hefteya borî ji bo operasyona Efrînê, agahî dane NATOyê. Jens Stoltenbergî diyar kir ku dipên ev danûstendin berdewam bikin.

    Stoltenberg li Brûksela payextê Belçîkayê derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de axivî.

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku Tirkiyeyê hefteya borî di derbarê operasyonê de agahî dane û got ku hêvî dikin ev danûstendin dewam bikin.

    Rayedarê NATOyê got: "Tirkiyeyê hefteya borî derbarê operasyonê de agahî dan. Ez bi awayekî bi rêk û pêk pêwendiyê bi rayedarên tirk, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî di nav wan de, derbarê rewşa li Sûriyeyê û operasyona Şaxê Zeytûnê de datînim. Em hêvî dikin ku Tirkiye li ser agahdarkirina hevalbendên xwe berdewam be."

     

    Bi heman mijarî:

    Tillerson û şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê serdana Tirkiyeyê dikin
    SDU û SPD: Bila pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin
    Fransa: Operasyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê qanûna navdewletî bin pê dike
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    Rûsya: Tirkiyeyê hîn xalên çavdêriyê çênekirine
    Rûsya: Hevdîtinên me ji bo enkaza balafira me bi Tirkiyeyê re dewam dike
    Etîketan:
    Jens Stoltenberg, Efrîn, Tirkiye, Belçîka, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de