17:42 25 Gulan 2018
Baregeha NATO li Brukselê

Tunisê pêşniyara NATOyê red kir

© Foto: NATO
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Tunisê Ebdulkerim ez-Zubeydi di axaftina xwe de ragihand ku me pêşniyara NATOyê ku navendeke operasyona leşkerî veke û beramberî wê 30 milyon euro bexş bide qebûl nekir.

Wezîrê Parastin ê Tunisê Ebdulkerim ez-Zubeydi di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tunisê de ragihand ku me pêşniyara NATOyê ku navendeke operasyona leşkerî veke û beramberî wê 30 milyon euro bexş bide qebûl nekir.

Ebdulkerim ez-Zubeydi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xebatên navenda operasyonên leşkerî ya hevpar didomin. Bi vê projeyê em hedef dikin ku di tekoşîna dijterorê de em fermandariyên bejayî, hewa û deryayî ava bikin."

Ez-Zubeydi di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tunisê bi şertê ku ti saziyeke leşkerî yên biyanî di navendê de cih negrin me ev bexşa NATOyê qebûl kir. Herêmên rojava (Cezayir) û rojhilat (Libya) ên welatê me hê jî di bin tehdîda terorê de ye."

 

 

Bi heman mijarî:

Almanyayê bangî NATOyê kir ku ji bo Efrînê bicivin
Sekreterê Giştî yê NATOyê Tirkiye hişyar kir
Di navbera Pêşmerge û NATOyê de projeyên nû tên amadekirin
Ji NATOyê peyama Efrînê: Divê Tirkiye di bikaranîna hêzê de bi pîvan be
Trump: Em dê endamên NATOyê yên ku pereyên xwe nadin li hemberî Rûsyayê neparêzin
Etîketan:
NATO, Wezîrê Parastin ê Tunisê, Ebdulkerim ez-Zubeydi, Tunis
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de