17:36 22 Nîsan 2018
    ala çînê

    Çîn jî dixwaze tevlî pêvajoya şerê navxweyî ya Sûriyeyê bibe

    © AFP 2018 / Odd ANDERSEN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Balyozê Şamê yê Çînê Şi Tsanzim anî ziman ku êdî Çîn jî dixwaze bibe mudaxîlê pêvajoya şerê navxweyî ya li Sûriyeyê û ji bo avakirina herêmê bi rêvebiriya dewleta Sûriyeyê re em dixwazin hevkariyê bikin.

    Li gor nûçeya Hurriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Balyozê Şamê yê Çînê Şi Tsanzim derbarê şerê Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dane. Balyozê Çînê di daxuyaniya xwe de gotiye em êdî dixwazin bibin mudaxîlê şerê navxweyî ya Sûriyeyê. Her wiha Tsanzim: "Çîn êdî ji bo peşeroj û pêvajoya şerê Sûriyeyê wê bibe mudaxîl û wê rolek aktîf bilîze. Ji bo avakirina Sûriyeyê em ê bi rêvebiriya fermî ya Sûriyeyê re hevkariyê bikin û ji bo aramkirin û avakirina herêmê emê her roj bixebitin."

    Çîn li Sûriyeyê her çiqas ji berê de di warê pîşesazî û mutahîttiyê de xabatên aboriyê dimeşîne jî heta niha tevlî mijarên ewlehiyê nebibû.

    Bi heman mijarî:

    Çîn: Keştiya Amerîkayê bê destûra me derbasî ava me bû
    Mattis: Çîn û Rûsya gefên ji terorê mezintir in
    Vê carê Çîn bû mexdûra teqlîdê
    Çîn: Em piştgiriyê didin Filistîna ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e
    Çîn ê bi Amerîkayê re qayîş kêşand
    Etîketan:
    herêm, Sûriye, Aborî, Şer, Şi Tsanzim, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de