08:33 23 Nîsan 2018
    PyeongChang Kış Olimpiyat Oyunları

    Lîstikên Olîmpiyatên Zivistanê du dewlet li hev anî

    © REUTERS / Eric Gaillard
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di tarîxê de lîstikên olîmpiyatan gelek caran di bin siya siyasetê de hatin lidarxistin. Piştî herba duyem ya cîhanê Koreya ku bû du perçe bi lîstikên Koreya Başûr ve nêzî hev dibin. Herdû dewletên ku ev du salê dûrî têkîliyên siyasî bûn, bi saya Lîstikên Olîmpiyatên Zivistanê ve têkilî danîn.

    Koreya Başûr herî dawî di sala 1988an de ji Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê re xwedîmaltî kiri bû. Her çiqas berê du caran ji bo listikên zivistanê serî lê da be jî tu encam bidestnexistibû.

    ​Lîstikên ku herdu dewlet nêzî hev kirin heta 25ê Sibatê wê bidome û li Stada Olîmpiyatê ya PyeongChang ya ku kapasîteya wê 35 hezare bê lidarxistin. Koreya Bakur hemû daxuyaniyên DYAyê paşguh kir û bi Koreya Başûr re li ser masê rûnişt û diyarkirin ku têkîliyên herdu dewletan divê baş bibe.

    Koreya Bakur ji bo lîstikên Olîmpiyatên zivistanê 22 werzişvan bi tevahî jî 550 kes şand organîzasyonê. Di merasîmê de werzişvan li şûna ala Yekîtiya Koreyê û sirûda netewî, wê bi strana gel ya Koreyê bimeşin.

    Ala Yekîtiya Korêye ku ji bo organîzasyonên sporê hatiye amadekirin, bi Nîvgiravên Koreyê ve hatiye xemilandin û cara ewil di sala 1991an de di musabakayên Tenîsa Maseyê de hatibû bikaranîn.

    Di 15 beşên lîstikan de ji bo 102 madalyayan wê têkoşîn bê dayin. Di organîzasyonê de 22 hezar û 400 kes pêywirdar in.

    Bi heman mijarî:

    Rayedarê Koreya Bakur li Koreya Başûr e
    Welatekî din têkiliya xwe ji Koreya Bakur qut kir
    'Trump dikare hevdîtinê bi Koreya Bakur re pêk bîne'
    Generalê Amerîkî behsa ihtimala şerê Koreya Bakur kir: Şer wê wek 'Game of Thronesê' be
    Etîketan:
    Werziş, Spor, olîmpiyat, Koreya Başur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de