19:24 25 Nîsan 2018
    PyeongChang Olimpiyat Oyunları

    Rayedarê Koreya Bakur li Koreya Başûr e

    © REUTERS / Grigory Dukor
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, astengkirinên li ser Serokê Komîteya Werzişa Netewî ya Koreya Bakur Choe Hwi rakir ku beşdarî Lîstîkên Zivistanê yên Olîmpiyatên bajarê PyeongChanga Koreya Başûr bibe.

    Koreya Başûr di nameya ku şand ji Komîteya NYyî re xwest ku astengkirinên li ser Serokê Komîteya Werzişa Netewî ya Koreya Bakur Choe Hwi bê rakirin ku beşdarî lîstikên olîmpiyatan bibe. Di nameyê de hat gotin ku rakirina qedexeya geştê ya rayedarê koreya Bakur wê bandorek erênî li rakêşiya Girava Koreyê û têkîliyên dîplomatîk yên aştiyane bike. Li ser vê daxwazê Komîteya NYyî astengkirinên li ser Choe rakir ku beşdarî lîstikan olîmpiyatên Koreya Başûr bibe.

    Choe Hwi li Koreya Bakur di Partiya Karkeran de rayedarekî payebilind e, her wiha sala par di meha pûşberê de Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî qedexeya geştê danîbû ser.

    Bi heman mijarî:

    Welatekî din têkiliya xwe ji Koreya Bakur qut kir
    'Trump dikare hevdîtinê bi Koreya Bakur re pêk bîne'
    Generalê Amerîkî behsa ihtimala şerê Koreya Bakur kir: Şer wê wek 'Game of Thronesê' be
    Rûniştina Koreya Bakur û Koreya Başûr ya bi hev re planên Amerîkayê betal kirin
    Peskov: Em kêfxweşin ku diyaloga Koreya Başûr û ya Bakur a rasterast dest pê kiriye
    Etîketan:
    Koreya Bakur, koreya başûr, olîmpiyat, Choe Hwi, Koreya bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de