17:39 22 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    'Rêvebiriya Şamê li Bakurê Sûriyeyê pergala parastina hewayî zêdetir dike'

    © Sputnik / Ilya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê li Idlîbê xalek din ya çavdêriyê ava kir rêvebiriya Şamê jî li Halep û Idlibê pergalên parastina hewayî yên nû ava dike. Herwiha rêvebiriyê beriya operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê gef li Tirkiyeyê xwaribûn û gotibû, heke qada hewayê ya sûriyeyê bê binpekirin emê firokeyên Tirkiyeyê bixînin.

    Roja duşemê ji Artêşa Sûriyeyê hat ragihandin ku li bakurê Sûriyeyê pergalên parastina hewayî yên nû ava dike. Rayedarekî payebilind yê sûriyeyî anî ziman ku moşek li herêmên Haleb û Idlibê bi cih bûne ê divê ev wek peyamekê bê nirxandin. Rêvebiriya Şamê ku bi mutefîkên xwe re li herêma Idlibê li dijî grûbên mûhalîfan şer dike, beriya operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê gef li Tirkiyeyê xwaribûn û gotibû, heke qada hewayê ya sûriyeyê bê binpekirin emê firokeyên Tirkiyeyê bixin.

    XALEK ÇAVDÊRIYÊ YA NÛ

    Li gor nûçeya DW a Tirkî, Artêşa Sûriyeyê li başûrê Halebê nêzî gundê El Aysê xalek çavdêriyê ya nû ava kir. Bi vî awayî hat eşkerekirin ku di navbera herêma di bin kontrola Artêşa Tirkiyeyê û Rêvebiriya Şamê de bi tenê 5 km ma ye. Ji aliyêdin ve jî di hevdîtinên Astanayê de bi biryara Rûsya, Tirkiye û Îranê ve li rojavayê bakurê Sûriyeyê avakirina xalên çavderiyê hatibû stendin.

    Bi heman mijarî:

    TSKê li Sûriyeyê noqteyên çavdêriyê ava kirin
    Artêşa Tirk: Me li Idlîbê dest bi avakirina noqteyên çavdêriyê kir
    MHD û OHD bo greva birçîbûnê komîsyona çavdêriyê ava kir
    Amerîka: Pergala çavdêriyê dê Sûriyeyê dabeş neke
    Etîketan:
    Idlib, Haleb, Şer, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de