15:42 22 Nîsan 2018
    Şewat

    Eşîran şerê hev kir û mal şewitandin: 23 kuştî û 12 birîndar

    © REUTERS / Patrick T Fallon
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li Komara Demokratîk a Kongoyê du eşîr bi hev ketin. Di encamê şerê eşîran de 23 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

    Li gor çapemeniya herêmî, li navçeya Djugu ya eyaleta Ituri di navbera eşîrên Lendu û Hemayê de hefteyeke şer û pevçûn diqewimin û duhî pevçûn zêde bûn. Tevlî yên dawî hejmara kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 23an û 12 kes jî birîndar bûn.

    Tê gotin endamên eşîra lenduyan gelek avahî û malên eşîra Hemayê hilweşandin û şewitandin.

    Parlamenterê Ituri Jean Baptiste li Matchu Dhetchuvi di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Bi hezaran endamên eşîra Hemayê ji tirsa ji cih û warên xwe direvin."

    Sînorê navbera Hema û Lenduyê ji sala 2002an ve ji aliyê milîsên eşîran ve tê parastin. Ji sala 2002an ve di encama şer û pevçûnan de zêdetirî 60 kesî jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Li Komara Kongoyê 2 helîkopter ketin
    Li Kongoyê di şer û pevçûnan de herî kêm 100 kes hatin kuştin
    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Etîketan:
    Li Kongoyê şerê eşîran, Kongo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de