07:44 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    Nûçegîhanê Guardianê: Gelek sivîl hatine kuştin, gelek ji wan jî birîndarin

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûçegîhanê Rojhilata Navîn yê Rojnameya Guardianê Martin Chulov, derbarê operasyona li dijî Efrînê Ya Tirkiyeyê de nêrînên xwe bi xwendevanên xwe re parve kir: Êrîşên Tirkiyeyê li herêmê dibe sedema mirina gelek mirovên sivîl, her wiha bi sedan sivîl jî brîndar bûn e.

    Nûçegîhanê rojnameya navdar yê Guardianê Martin Chulov anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê li herêmê dibe sedema mirina gelek mirovên sivîl, her wiha bi sedan sivîl jî brîndar bûn e. Li gor Bianetê, Chulov nêrînên xwe wiha bilêv kiriye: Piştî  operasyona Artêşa Tirkiyeyê bi hezaran sivîl cih û warên xwe terikandine û ber bi herêmên başûr û rojhilat yê ne bi ewle ve diçin.

    Chulov ragihand ku kesên li Efrînê dijîn bilêv dikin ku ji ber operasyona Tirkiyeyê bajar ber bi xerabûnê ve diçe. Nûçegîhan Chulov cih da gotinên sivîlekî bi navê Arîn jî: ‘'Li tevahiya bajêr gelek xaniyên hilweşiyayî û wesaîtên şewitî hene. Ji Heleb, İdlib û bajarên din gelek malbat li Efrînê bi cih bibûn, êdî ew kesana nizanin wê bi ku de biçin.''
    Elî yê ji gundekî rojhilata Efrînê ku bavê 4 zarokan e li ser operasyona Tikriyeyê ramanên xwe anî ziman û got: Jiyan êdî ne xweş e, hindik be jî berê hizûra me hebû. Niha emê jî wek herkesi hertiştên xwe winda bikin.

    Bi heman mijarî:

    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Rûsya: Sivîl di nav de, bi sedan kes li Efrînê hatine kuştin
    Berdevkê YPGê Hesekê: Sivîl ji Efrînê nereviyane
    Etîketan:
    Artêş, rojhita navîn, Efrîn, Martin Chulov, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de