03:16 23 Nîsan 2018
    Koreya Bakur

    Welatekî din têkiliya xwe ji Koreya Bakur qut kir

    © Sputnik / İlya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêvebiriya Urdinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku welatê me hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji Koreya Bakur qut kirin.

    Biryara qutkirina têkiliyên dîplomatîk a Urdinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor rojnameyê Lijneya Wezîran di 15ê Rebendanê de bi hejmara 6065an biryar daye ku têkiliyên dîplomatÎk qut bike. Urdinê wezîfeya Balyozxaneya xwe ya li Koreya Bakur bi dawî anî û ji bo rêvebiriya Pyongyangê jî balyozxaneya xwe bigre agahdarî dane.

    Berpirsekî pile bilind ê urdinî jî di daxuyaniya xwe de got: "Biryara qutkirina têkiliyên dîplomatîk a Urdinê ji ber mafê desthilatî û berjewendiyên bilind ê dewletê hat girtin."

    Koreya Bakur ji ber fealiyetên xwe yên nûkleerî rastî mûeyîdeyên navneteweyî tê.

    Bi heman mijarî:

    'Trump dikare hevdîtinê bi Koreya Bakur re pêk bîne'
    Generalê Amerîkî behsa ihtimala şerê Koreya Bakur kir: Şer wê wek 'Game of Thronesê' be
    Rûniştina Koreya Bakur û Koreya Başûr ya bi hev re planên Amerîkayê betal kirin
    Peskov: Em kêfxweşin ku diyaloga Koreya Başûr û ya Bakur a rasterast dest pê kiriye
    ‘Rûsya ji diyaloga Koreya Başûr û Bakur kêfxweş e'
    Serokê Koreya Bakur: Bişkoka çekên nukleerî li ser maseya min e
    Etîketan:
    Urdinê têkiliyên xwe ji Koreya Bakur birîn, Urdin, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de