14:59 22 Gulan 2018
     Fîdel Castro Diaz-Balart - Fîdelîto

    Gelo kurê Fîdel Castro întîxar kir?

    © REUTERS / Claudia Daut
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor çapemeniya Kubayê, kurê Fîdel Castro yê mezin Fîdel Angel Castro Diaz-Balart întîxar kir.

    Rojnameya fermî ya Kubayê Granmayê di nûçeya xwe de ragihand ku Diaz-Balartê 68 salî demekê ji ber depresyonê li nexweşxaneyê tedawî dît, lê piştî ku tedawiya wî qediya û ji nexweşxaneyê derket jî derman dixwarin û îro sibehê jiyana xwe ji dest da.

    Li nûçeyên çapemeniya Kubayê, Diaz-Balart ku wek Fîdelîto (Fîdelê biçûk) dihat naskirin întîxar kir. Fîdelîto kurê Fîdel Castro yê ji xanima pêşî bû û dema Yekîtiya Sovyetê li Rûsyayê perwerde dîtibû û li ser bernameya nûkleerî ya Kubayê dixebitî.

    Fîdelîto di mijarên îlmî de şêwirmendiya hikûmeta Kubayê dikir û Cîgirê Serokê Akademiya Îlmî ya Kubayê bû.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Koreya Bakur ji bo Castro 3 roj şîn ragihand
    Trump: Castro dîktatorekî zalim bû, gelê Kubayê wê azad li siberojê binêre
    Trump ji bo mirina Castro çi got?
    Medvedev: Rûsya û Kuba bi saya Fidel Castro dost in
    Fidel Castro kiye?
    Puşkov: Dinya dê Castro ji bîr neke
    Etîketan:
    Kurê Fîdel Castro întîxar kir, Fîdel Castro Diaz-Balart - Fîdelîto, Kuba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de