15:44 22 Nîsan 2018
    Artêşa Yemenê

    Pêvçûnên dijwar diqewimin: Leşker jî di nav de 29 kuştî û 315 birîndar

    © AP Photo / Wael Qubady
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Aden ê Yemenê di navbera milîsên girêdayî Konseya Demkî ya Siyasî û leşkerên hikûmeta meşrû de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

    Li gor zanyariyên berdest, li bajarê Aden ê Yemenê di encama şer û pevçûnên 3 rojan ê navbera milîsên girêdayî Konseya Demkî ya Siyasî û hêzên hikûmeta meşrû de leşker û milîs jî di nav de 29 kes hatin kuştin û 315 kes jî birîndar bûn.

    Ajansa fermî ya Yemenê (SABA) di raporta xwe ku dispêre Wezareta Tendirustiyê de ragihand ku li Adenê ji 28 hetanî 30ê Rebendanê di şer û pevçûnên 3 rojan de 29 kesên ku piraniya wan leşker û milîs bûn hatin kuştin û 315 kes jî birîndar bûn.

    Li gor raporta ajansê rewşa gelek birîndaran giran e û dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Başurê Yemenê ji nû ve vedije: Cûdaxwazan Aden stend
    'Hevpeymana Erebî di êrîşa li Yemenê de herî kêm 20 sivîl kuştine'
    Ji DYAyê ji bo Yemenê îtîrafa operasyona bejayî
    Rûsyayê hebûna xwe yên dîplomatîk ên li Yemenê dan rawestandin
    'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'
    Etîketan:
    Wezareta Tendirustî ya Yemenê, Aden, Yemenê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de