05:00 21 Nîsan 2018
    Tabut

    Wezîrê plansazî bi hevsera xwe re li malê mirî hat dîtin

    © AP Photo / Kamil Zihnioğlu
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Plansazî û Geşepêdanê yê êyaleta Sind a Pakistanê Mîr Hazar Xan Bîjaranî û hevsera wî Feriha Razak li malê mirî hatin dîtin.

    Li gor zanyariyên berdest, Wezîrê Plansazî û Geşepêdanê yê êyaleta Sind a Pakistanê Mîr Hazar Xan Bîjaranî û hevsera wî Feriha Razak li malê mirî hatin dîtin. Termê Bîjaranî û Razak li mala wan li odeya razanê li pişt deriyê girtî hat dîtin.

    Li gor daxuyaniya hêzên ewlehî di laşê herduyan de jî birînên guleyan hatine tespîtkirin, lê hê jî nayê zanîn gelo bûyer cinayete an jî întîxar e. Polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

    Hat ragihandin ku cenazeyê wezîr û hevsera wî li Karaçiyê rakirine morga nexweşxaneyekê. Herwiha Partiya Gel a Pakistanê ku Bîjaranî endamê wê ye mirina wezîr serast kir, lê agahiyên berfireh belav nekirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Pakistanê keçeke 7 salî rastî destdirêjiyê hat û hat kuştin
    Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
    Amerîkayê şandina alîkariyên bo Pakistanê rawestand
    Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 6 kes birîndar bûne
    Li Pakistanê êrişa bombeyî: 15 mirî 25 birîndar
    Etîketan:
    Wezîr û hevsera xwe li malê mirî hatin dîtin, Mîr Hazar Xan Bîjaranî, Karaçi, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de