09:43 20 Nîsan 2018
    Husên Hebeş

    Helbestvan û nivîskarên cîhanê ji bo Efrînê îmze dan

    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Bi pêşengiya helbestvanê kurd yê ji Efrînê Husên Hebeş, li seranserê cîhanê helbestvan û nivîskaran ji bo Efrînê îmze dan. Hebeşê ji Spûtnîk Kurdistan re axivî: "Ji ber ku rewşa Efrînê pir xerab e, hemû nivîskaran xwestin bêşdar bibin û em dixwazin ku ev êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê were şermezar kirin û sekinandin.

    Helbestvanê kurd yê ji Efrînê Husên Hebeş ku beşdarî gelek festîvalên helbestê yên cîhanî dibe û helbestên wî di gelek antolojiyên cîhanî de bi wergerên zimanên curbecur derdikevin, kampanyayeke îmzeyê ya li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê da destpêkirin. Ji her derê cîhanê bi sedan nivîskar, helbestvan, fîlozof û edebiyatnas beşdarî kampanyayê bûn û ji bo Efrînê îmze dan. Hebeş ji Spûtnîk Kurdistan re axivî û got: "Em dixwazin şerê Efrînê were şermezar kirin û ev êrîş werin sekinandin."

    Hebeş derbarê amadekariya kampanyayê de weha axivî: "Min berî bi 2 rojan bi tenê destpêkir. Bi rastî jî pir helbestvan û nivîskarê cîhanê xwestin beşdar bibin. Ji ber rewşa Efrînê ya niha. Ji ber ku rewşa Efrînê pir xerab e, wan jî xest bêşdar bibin. Ji ber ku ev karekî mirovatiyê ye."

    Husên Hebeş û hindek  helbestkarên cîhanê ku ji bo Efrînê îmze dane
    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Husên Hebeş û hindek helbestkarên cîhanê ku ji bo Efrînê îmze dane

    Herwiha Hebeş destnîşan kir ku: "Têkiliyên min gelek bi nivîskar û helbestvanên cihanî re hene, min bi wan re têkilî danî û bi alikariya helbestvanê Kolombî yê gewre Fernando Rendon ê Serokê Festîvala Helbestê yê Kolombiya yê, me ev metn da îmze kirin."

    Hebeş aşkere kir ku du daxwaziyên wan hene û weha pê de çû: "Min ev kampanya ji çapemeniya cîhanê re jî şand. Ez dişînim ji New York Times re û rojnameyên din yên cîhanê yên mezin re. Di vê kampanyayê de min xwest 2 tişt derkevin pêş. Ya pêşî ewe ku şerê Tirkiyê şermezar bikin. Ya duyem jî ewe ku; bixwazin ev şer bisekine. Ji ber ku sivîl tên kuştin."

    Metnê kampanyaya îmzeyê weha ye:

    Em nivîskar û helbestvanên ji seranserê cîhanê, êrîşkariya Tirkiyeyê ya li ser bajarokê aştiyane yê kurdî, Efrînê şermezar dikin ku mêvandariya bi sed hezaran penaberan kiriye ku ji şerê kujende yê ku ev heft sal in bêsekan li Sûriyeyê dewam dike. Ev şermeke mezin e ku artêşa duyem mezintirîn a NATOyê ji bejahî û hewayî bi çekên giran êrîşî vî bajarokî dike ku di hecimê dilekî de ye. Lewra em bangî Artêşa Tirkiyeyê dikin ku demildest operasyonên xwe yên leşkerî li Efrînê rawestîne da ku trajediyên nû li wan trajediyên ku di dîrokê de hatine serê gelê kurd zêde nebe."

    Heya niha ji Taywanê bigre heya Kolomb

    iya, Fas, Erebistana Siûdî, Kurdistan û gelek dewletên din yên Ewropa bi sedan nivîskarî ji bo vê kampanyayê îmze dane.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    Etîketan:
    kampanya, îmze, Efrîn, Husên Hebeş, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de