14:54 19 Nîsan 2018
    Afganistan- Taliban-saldırı

    Bi wesayîta bombebarkirî êriş kirin: Bi 100an kuştî û birîndar hene

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma nêzîkî saziyên hikûmî û konsulxaneyên biyanî yên li paytexta Afxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk anîn. Hate ragihandin ku di encama teqînê de bi 100an mirî û birîndar hene.

    Wezareta Tenduristiyê ya Afxanistanê ragihand ku di encama êrişê de 40 kesan canê xwe ji dest dane û 140 kes jî birîndar bûne.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Afxanistanê Nesret Rehmanî diyar kir ku êrîşkar ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe, bombe di nav ambulansekê de anîne cihê bûyerê.

    Li devera ku êrîş hate kirin, nûnertiyên gelek welatên cîhanê hene.

    Rêxistina Talîbanê berbirsyariya êrişî ragihand.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka li Afxanistanê biserneket, divê leşkerên xwe vekişîne
    Senatorê amerîkî McCain: Em li Afxanistanê winda dikin
    Senatorê amerîkî McCain: Tu stratejiyeke me li Afxanistanê tine ye
    Amerîka dixwaze hin leşkerên din bişîne Afxanistanê
    Zaxarova: Çalakiyên DYAyê zirarê li Afxanistanê dikin
    Etîketan:
    teqîn, Afxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de